Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Rêxistinên sivîl kir
Di hevdîtinê de nûnerekî şandê bi kurtî di derbarê armanca damezrandin û kar û çalakiyên helmetê ji bo Serok Barzanî rûnkir ku bi nûnerayetiya wan rêxistinane û bi awayeke şaristaniyane kar ji bo zext kirina li ser her du welatê Îran û Tirkiye yê dikin ji bo rawestandina topbaranên tixûbên Herêma Kurdistanê ku heta niha bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên xelkê navçeyên sînor ku li gel şewitandin û rûxandina mal û rez û bax û kuştina ajalên wan, gundnişîn jî koçber û awarebûne û li jiyanekî gelek nexweşî dane û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku ji bo ragirtina wan topbarankirinê li rêya kanalên siyasî û dîblomasî û navnetewî û cîhanî da hewlên xwe bixe holê.
Serok Barzanî li gel bixêrhatina wan dûbare topbaranên Îran û Tirkiye yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê şermezar kir û wê yekê xisterû ku zerermendiya serekiya van kiryaran tenê xelkê sîvîle û bikaranîna tundutîjiyê jî ji aliyê her aliyek ve bê bi tu awayekî çareseriya giriftan nake û destxweşiyê jî li helmeta wan kir ji bo wan çalakiyên ku heta niha kirine û balkişand li ser wê yekê ku ew helmet ku komek ji rêxistinên civaka medenî pêkhatiye dikarê zextê bixe li ser wan aliyan ku bawer dikin bi bikaranîna hêz û topbaranê dikarin bigihine armancên xwe û tekez jî li wê yekê kir ku hewlên wan li rêya kanalên siyasî, dîblomasî, rêxistinên navçeyî û cîhaniyan da berdewame ji bo ragirtina topbarana navçeyên sînoran.
