Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo pêvajoya navçeyên çîya yên sînorên Herêma Kurdistanê
Welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê
Her wekî ku agahdarin pêvajoya navçeyên çîya yên sînorên Herêma Kurdistanê heta diçe aloztir dibe û rojane welatiyên Herêma Kurdistanê rû bi rûyê topbaran û êrîşa asîmanîya her du dewletê Komara Îslamîya Îran û Komara Tirkîye dibin.
Ew êrîşên ku bûne sedema zîyan gihandina hejmareke mezinê li rûniştvanên navçeyên tixûban ku çendîn kes şehîd û birîndar bûne. Îro dibînîn ew êrîş pêşketine û gihiştine wê astê ku nabê êdî li beramber da bêdeng bibîn û welatiyên sivîl û bê parastinê Herêmê bibin qurbaniya wan gengeşeyan.
Hebûna hêzên çekdariyên PEJAK û PKK li navçeyê tixûbên çiyayiyan behaneyekî bêhêze li destê her du welatên hevsû û cîran. Berdewam bûna van cure kiryaran û hêvî birina wan ya tundutîjî û hewldana bikaranîna tixûbên Herêma Kurdistanê dibê sedema anîna tundutîjiyên nexwestî yê gelê me û eve jî xizmeta doza rewaya gelê Kurd nake. Mixabinî li vî warî de tu hesabek ji bo berjewendiya xelkê Herêmê nayê kirin.
Her wekî li berê û niha jî tekez li ser wê yekê dikim ku Herêma Kurdistanê daxwaza pêwendiya dostane û cîrantiya baş a li gel hemû aliyek û tu demek beşek nebuye ji pirsê navxweyiyên van du welatan û qet jî dest naxe nav karubarê navxweya tu welatek. Lê belê bi tu awayekî nikarîn bêdeng bîn beramber bi şehîdkirina welatiyên bêtawan li Herêma Kurdistanê.
Wekî ku Herêma Kurdistanê naxwazîn xwîna tu mirovekî bêtawan birijê. Li beramberda ji bo hevdû têgihiştina bi navê çareserkirina pirs û gîr û giriftan, baweriya me bi diyalog û guftûgoya berdewam heye.
Me berê jî ji bo ew pirsgirêk bi diyalog çareser bibin û çareseriya aştiyane bibê bi hilbijartina hemû aliyek me tu kêmasiya hewldanê nekiriye. Lê belê mixabin ev demeke rewş careke din aloz bûye.
Li hinek qonaxan da dema ku pêwîst bû bi navê parastina li ax û maf û kerameta gel û neteweya me xebata çekdarî kir. Bi şiyana xwe û pişt stûra bi hêza îradeya gelê xwe me karî hebûna xwe û nasnameya neteweya xwe biparêzîn. Lê belê serdema îro cudaye. Li dinyaya îro da zimanê diyalog zale li ser şer û kuştar û kiryara serbazî, ya bi navê gihandina vê peyamê jî me hemû şiyana xwe xiste holê.
Armanca me herdem bexteweriya gelê me û aramiya Herêmê buye, Ji bo wê yekê bi tu awayekî em naxwazîn ew bextewerî û aramiya Herêmê bête têkdan êdî bi her behaneyek bê. Her ji bo wê yekê daxwaz dikîn ku berjewendiya runiştvanên Herêmê li berçav bê girtin. Ji ber ku ew destkeftên îro ya xelkê Kurdistanê berî renc û xebat û qurbanîdanekî zêdeye, pêwîste li ser hemû Kurdek vê ezmûnê bi ya xwe bizanê û biparêzê.
Divê aliyê xelkê Kurdistanê eşkere bê ku kiryarên serbazî li ser tixûban pasawek dide her du welatan heta bi ber çavê cîhanê kiryara serbaziyên xwe li Herêmê encam bidin. Li nav vê şerê ne beramber û leşkerkêşî û bombebarana berdewam de bi pileya yekem welatiyên Herêma Kurdistanê zerermend dibin û ez bawerim bi şer ev pirs çareser nabê û li dawiyê de her divê bi aştî bê. Êdî rojek zûtir ew şer bi dawî bibe baştire, lê belê eger aliyên dergîr rêya şer hilbijartine em daxwaz li wan dikim vê şerê ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.
Em amadene hemû hevkarî û hemahengiyek bikîn li rêya diyaloga aştiyane ji bo vegerandina pêvajoya navçeyê tixûbiyan li ser rewşa asayî. Heman demî de daxwaz ji Hikûmeta Iraqa Federal dikîn li rêya kanalên dîplomasiyê li gel her du welatên hevsû hewlên bixe holê ji bo dawî anîna van êrîşan û parastina serweriya Iraqê.
Bi ber çav girtina vê pêvajoya nasik û hestiyar da daxwaz ji Parlemena Kurdistanê dikim bi hurî nirxandina vê pêvajoya hestiyara Herêmê bike ji bo biryardana li ser danîna siyasetek ku rengdana raya yekgirtiya Herêma Kurdistanê bê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/08/2011
