Barzanî: Em êdî nikarin bêdeng bin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bo cara duyem, di daxuyaniyeke nivîskî de, ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat weşandin, li hember topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve nerazîbûn nîşan da û wiha got:
“Her ku diçe rewşa deverên sînorî yên Kurdistanê aloztir dibe û zirarek mezin li xelkê deverê dikeve. Ev êriş gihîtine wê astê ku êdê em nikarim li hember kuştina welatiyên sivîl bêdeng bin.”
Serok Barzanî, hebûna hêzên çekdar ên PKK û PJAKê li ser sînor, hêcetek “bihêz” bo Îran û Tirkiyeyê zanî û wiha anî ziman:
“Çalakiyên hêzên çekdar dibe sedema alozî û tundiyê li dijî gelê me û ev jî xizimeta doza rewa ya gelê kurd nake. Mixabin tu hesabek bo berjewendiyên gelê herêmê nayê kirin.”
Mesûd Barzanî, cext li ser şêwazên aştiyane û diyalogê bo çareseriya pirsgirêkan kir û diyar kir, di vî warî de çi ji destê wan bê dê pêk bînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, got, dema şerê çekdarî êdî bi dawî bûye û dem dema diyalog û şêwazên aştiyane ye û wiha pêde çû:
“Armanca me, bexteweriya gelê me û aramiya herêmê ye, ji ber wê jî em tu carî qebûl nakin bi tu hêcetekî ev aramî têk biçe. Em daxwaz dikin berjewendiyên xelkê herêmê berçav bên girtin û divê kurd hemû vê ezmûnê biparêze.”
Barzanî, bang li hikûmeta Iraqê jî kir, hewlên pêwîst bo ragirtina topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bide û ji parlamentoya Kurdistanê jî xwest, bi awayekî hûr, rewşa niha ya herêmê bişopîne û biryarên pêwîst bigire.
(AKnews)
