Jinan li ser xeta sînor dest bi çalakiya rûniştinê kir
Jinên ji Wanê, Mûş, Îdir û Agir ji bo êrîşên hewayî ya li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê û operasyonên herêmê şermezar bikin ketin rê. Jin hêj negîhan sînor û li noqteya li ser xeta sînor a navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin rawestandin. Jinên hêj negihiştine kevirê sînor a Hejmar 49'an rastî barîqata leşker û polêsên rejîma Tirk hatin.
Li ser navê Mertalên Zindî parlamenterê BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Bûldan bi Serokê Civata Gişti ya Wanê Semîra Varli vê çû cem rayedaran. Piştre der heqê hevdîtinê de daxuyanî da jinan. Bûldan, da zanîn ku rayedaran gotina herêm ji ber ku "Herêma qedexe ye" wan bernadin. Bûldan, diyar kir ku ew ji bo sekinandina operasyonan çalakî li dar dixin û got çalakiya wan rawestandina xwînê ye. Bûldan, bang li Serokwezir Tayyîp Erdogan jî kir û xwest operasyonan rawestîne.
ANF
