• Tuesday, 03 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê : em piştgirî li îradeya mîlletê Lîbya yê dikin

Gulan Media August 23, 2011 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê : em piştgirî li îradeya mîlletê Lîbya yê dikin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel rûxandina Rejîma Mûammer Qedafî ragihand ku ew digel îradeya xelkê Lîbyayê ne.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd derbarê rûxandina desthilata 42 salî ya Qedafî de , got: Hikûmeta me niha piştgirî li îradeya gelan dike di hemû welatên dinyayê de.”

Li ser dostaniya berê ya Qedafî ya digel kurdan jî Mehmûd got, “Qedafî ne kurd e, hebûna dostaniya wî di serdema desthilatdariya wî de jî nabe bibe behanek bo binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê li Lîbyayê.”

Buxarî Ebdulah pispor li zanistên siyasî li Zanîngeha Selahadînê jî got, “Her welatek li ser esasa demokrasî û parastina mafên mirovan nehatibe avakirin, zû an dereng çarenivîsa wê dê wek desthilatdariya Misir, Lîbya, Tunis û sibê jî wek Sûriyeyê be.”

Sekreterê Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê Mihemed Qeredaxî jî xuyakir ,Desthilata her welatekî desthilata mîllet e û ew bi xwe jî awayê birêveberiya welatê xwe diyar dikin lewra em piştgirî li îradeya gelan dikin.
Top