• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Amedê bi hezaran kes meşiyan balafirgehê

Gulan Media August 22, 2011 Nûçe
Li Amedê bi hezaran kes meşiyan balafirgehê
Bi boneya şermezarkirina êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê yên di bin çavdêriya gerîlayên HPG’ê de, bi hezaran kes li ber avahiya BDP’ê ya Amedê kom bûn û ber bi Balafirgeha Leşkerî ya li Amedê ku balafirên şer ji wir radibin ve dest bi meşê kirin.

Ji bo protestokirina êrişên li ser herêmên di bin çavdêriya gerîlayên HGP’ê yên Başûrê Kurdistanê, bi hezaran kes li ber avahiya BDP’ê ya Amedê kom bû. Girseya ku piraniya wê ciwan in posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hildan û pankartên "Qendîl rûmeta me ye, sebra me nema", “Zimanê me rûmeta me ye” "Kurdistana Xweser" vekirin. Her wiha Hevseroka KCD’ê û Parlemetera BDP’ê ya Wanê Aysel Tûglûk, Parlementera BDP’ê Nûrsel Aydogan û Serokê BDP’a Amedê Mehmet Alî Aydin jî beşdar bûn.

Dema polîsan destûr neda meş ber bi Parka Koşûyolûyê ve biçe, girseyê berê xweda Balafirgeha Amedê ya ku balafirên şer jê radibin. Polîsan li ser Şeqama Turgut Ozal bend danîn.

Piştî ku Parlementera Amedê Nûrsel Aydogan axaftinek derbarê meşê de kir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişê meşvanan kir. Di navbera girse û polîsan de pevçûn rûda û didome..

ANF
Top