• Wednesday, 04 February 2026
logo

Agehên pêtir di bara 7 kesên di bombebarana balefirên Turkiya de hatine kuştin

Gulan Media August 21, 2011 Nûçe
Agehên pêtir di bara 7 kesên di bombebarana balefirên Turkiya de hatine kuştin
Nav û agahiyên zêdetir derbarê 7 welatiyên ku îro di encama bordûmana balafirên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerekirin.

berpirsên PKKê Ehmed Denîz, derbarê bûyera mirina 7 welatiyên sivîl yên duhî li devera Kortekê ya herêma Qendîl, ji ber êrişên balafirên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dabûn, agahiyên zêdetir da.

Denîz, got, dema balafirên Tirkiyeyê, bombe li ser devera Qendîl de dibarandin, artêşa Îranê jî, devera Sîdekan û gundên derdora Qendîl dan ber topan ku ji ber vê, zirareke mezin li xelkê deverê ket û zêdetirî 50 malbat jî aware bûn.

Wî berpirsê PKKê, da zanîn, termên welatiyên ku îro li Koretkê ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatin kuştin, bo nexweşxaneya bajarokê Ranyayê hatin şandin, ji ber ku term şewitîne, hêj bi tevahî nehatine nasîn, lê dibe ku hemû endamên malbatekê bin.

Ehmed Denîz, got, ev welatî, xelkê gundên Zelê û Bolê yên bintara Qendîl bûn û dema vegerê de, bûn hedefa balafirên Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên gihîştine AKnewsê, navên qurbaniyan wiha ne:

*Hisên Mistefa Hesen (malxê malê)
*Mêrê Hacî Mame (dayika malê)
*Rêzan Hisên Mistefa (34 salî)
*Solîn Şemal Hesen (4 salî)
*Sonya Şemal Hesen (6 mehî)
*Zana Hisên Mistefa (11 salî)
*Oskar Hisên Hesen (10 salî)

AKnews
Top