• Tuesday, 03 February 2026
logo

Balafirên Tirkiyê 6 welatî di otomobîlekê de kuştin

Gulan Media August 21, 2011 Nûçe
Balafirên Tirkiyê 6 welatî di otomobîlekê de kuştin
Hat zanîn, li nahiyeya Sengeserê ya bi ser parêzgeha Silêmaniyê, balafirên şerî yên Tirkiyeyê otomobîlek kirine armanca xwe û di encamê de 6 welatî hatin kuştin.

Muxtarê gundê Bokirîskan Îsmaîl Ebdila ragihand ku balafirên Tikriyeyê, îro jî, navçeyên sînorî dan ber bombeyan.

Ebdila aşkere kir ku bombebarana îro otomobîleke welatiyekî li gundê Kurtek ê bi ser Sengerserê ve, kirine armanca xwe û 6 kesên di nav otomobîlê de, hatin kuştin.

Ebdila xuya kir ku ji ber dijwariya bombebaranê, termên wan kesan heta niha nehatine naskirin û nediyar e bê curê otomobîlê jî çi ye.

Ji bal xwe ve, Peyvdarê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ehmed Denîz got, “Heta niha ti kes ji qurbaniyên nav otomobîlê nehatine naskirin.”

AKnews
Top