Hikumeta Herêma Kurdistanê di daxuyanî ye kê de êrişên firokên Tirkiyê bo ser navçeyên sînorî şermezar dike
Ev çend roj in, firokeyên cengî yên Tirkiyeyê navçeyên Sîdekan, Binarî Qendîl, gundên sînorî yên Wertê, Qesrê û hin navçeyên din yên Herêma Kurdistanê borduman dikin, hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgeranî û nerazîbûna xwe ya tund li hember bordumankirina van navçeyan derdibire ku bûye sedema awarebûna xelkê û ziyaneke mezin ya madî, di heman demê de jî tirs û diltengiyeke mezin li cem daniştiyên wan navçeyan dirust kiriye û nikarin bi aramî jiyan, guzeran û kasibiya xwe bi rê ve bibin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din dupat dike ku parastina ewlehiya navçeyê, bi karên yekalî, tundtûjî û derbaskirina sînoran bicî nabe, ku berevajî qanûnên navnetweyî û prensîba dostane ye. Ew di riya gotûbêj û danûstana hevbeş di nava hikûmeta Êraqê, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de çareser dibe, bi şêweyekî ku rêz li serweriya axa Êraqê û Herêma Kurdistanê bê girtin û yasayên navneteweyî li ber çavan bên girtin.
Di vê helûmercê de, divê hemû alî hestyariya rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin, nabe ti hêz axa Herêma Kurdistanê ji bo êrişên ser welatên cîran, bi kar bihîne, çunkî berevajî berjewendiya bilind ya gelê Kurdistanê, piroseya avedankirin û xizmetkirina welatiyan e. Di heman demê de jî, serdema çekan û bikaranîna tundûtîjiyê ji bo yekalîkirina kêşeyan nemaye û em dikarin bi zimanê ji hevtêgihîştinê û gotûbêjê ji çareseriya bingehîn ya girêkan nizîk bibin. Herweha nabe jî li jêr navê çi bihaneyekê de, sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîranê de bê derbaskirin, çunkî karîgeriyeke xirab li ser dostayetiya gelên navçeyê û berjewendiya wan ya hevbeş dike û xizmeta bicîkirina ewlehî û aramiyê nake.
Hikumeta Herêma Kurdistanê
Hewlêr
20- 8 - 2011
