Yekêtiya zanayan: Tirkiyê û Îran rêz û hurmeta meha remazanê têkdidin
Paş serketina AKP ê di helbijartinan de xelik pir bi hêvî bû guhartinên bingehên di siyaseta Tiriyê de werin kirin, ji berku kariye bi şarezayî gavên xwe pavêje, Îranjî ku xwe bi hikumetek Îslamî dizane, gereke dest dirêjneke xelkê sivîl û mafê hevsiyên xwe têk nede, her çi nebe bila rêz û hurmeta meha remezanê bê girtin, lê ewa hûn di meha pîroza remezanê de dikin, ciyê daxêye, piraniya wan xewnên xelkê bi turkiyave dîn hatin guhartin, Îranê jî rêz li çi piroziya Îslamê negirt, ji ber ku dema Tirkiya daxwazê ji Sûriyê dike kuştina xelkê sivîl rawestine, herweha dijatiya Îsraîlê li ser kuştina xelkê xeze dike, ku mil bi milê Îranê bê guhdana westiyana xelkê sade di meha remezanê de Kurdistana Îraqê bombebaran dike, û bisedan welatî cihên xwe di vê meha pîrozda bicihtêlin, ev kar ne tenê di remezanê de belku hemû dema tawane lê bi taybet di meha remezanê de ji bo welatekê Îslam çendcaran tawane.û nakeve jêr tu piransîpên ayînî û mirovatiyê, ji ber ku di wê pirosêsa serbazî de bi pila yekê xelkê sîvîl bûne qurbanî.
Lewre li vira bi navê zanayên ayinê Îslamê li kurdistanê serbarî şermizarkirina bezandin û tirsandin û lêdana xelkê bêtawan, daxwaz ji hikûmeta Tikiya û Îranê dikin hêrişên xwe rawestînin, jiber ku jibilî kerb û kînê çi tiştê din nade, û ev kar dijî çendîn têkistên eşkera yên îslamêye.
Yekêtiya zanayên Ayînê Îslamê li kurdistanê
20-8-2011
