Demirtaş: di destê Erdogan de projeyek ji bo demokrasî û aştiyê nîne
Demîrtaş, got ku Ocalan diyar kir ku ew ê pirsgirêkê di nav hefteyêk de çareser bikin lê serokwezîr tu bersiv neda, çima?. Demîrtaş, da zanîn êdî di her mirinan de ne hikûmet û ne jî dewlet berpirsyare û tenê serokwezîr berpirse û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî BDP'ê her tim gotina xwe dubare dikin. Mijara me ya herî girîn ev û divê ji bo partiyên siyasî jî wisa bibe. Lê serokwezîr got ku 'êdî gotin xilas bû', ev tişt rastiya daxwaza şer e. Lê em her tim rastiya aştiyê tînin ziman."
Serokê Koma BDP'ê Demîrtaş, daxuyand ku heya niha PKK'ê 3 caran agirbest îlan kir, lê serokwezîr li qadan qala darvekirinê kir. Demîrtaş, got ku bûyera Farqinê ji bo serokwezîr bû pratîzekirina projeya şer. Demîrtaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Demek dirêjê Erdogan qala hewldanên demokratîk dike, lê di destê wî de projeyek ji bo demokrasî û aştiyê nîne.
ANF
