Yawer: Em ê dijî her êrîşekê mafê xwe yê parastinê bikar bînin
Yawer da zanîn ku wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li her kesî dikin rêz li sînorên Herêma Kurdistanê bigrin û got: "Bê guman emê li hemberî hemû hewldan û êrişên ser xelkên Herêma Kurdistanê, sazî û dezgehên wê mafê parastinê bi kar bînin."
Nerazîbûnên dijî êrişen hewayî yên Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK), roj bi roj zêde dibin. Berdevkê Wezareta Peşmêrge Cebar Yawer nerazîbûn nîşan da û ragehand ku Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqa Federal e û wiha axifî: "Asîmanên Herêma Kurdistanê girêdayî yên Iraqê ne. Iraqê peymana navnetewî ku dibêje welatekî derdorê nikare bê destûra welatekî din xaka wî welatî bin pê bike îmze kiriye. Ji ber wê jî ev binpêkirin li hemberî peymana navnetewî ye."
Rudaw
