Di îniya "Mizgînberên Serketinê" ê de pêtirî 30 sivîlan li Sûriyayê hatin kuştin
Artêş û hêzên ewlekariya Sûriyê êrîşî kesên sivîl kirin û 32 kes kuştin. Li gor çalakvanan ragihandî, li bajarê Deraa 18, li Laziqiyê 2 û li bajarê Hûmûs û devera Heresta bi tevahî 32 kes hatine kuştin. Her wiha hate zanîn bi dehan kes birîndar hene û gelek kes hatine girtin.
Ev xwepêşandana girseyî li tevî biryarên piraniya welatên rojavayî tên ku hin welatan daxwaz ji Beşar Esed serokê Sûriya kirye ku destberdarî karê xwe be.
Li roja pêncşemê Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed di peywendiyekê de ji Skrtêrê Giştî yê NY Ban Ki-Moon regotibû ku operasyon û çalakiyên leşkerî bi dawî bûne.
