Serokatî ya HK: em bawerîn ku ev ceng û bomberana li turkiyê, tenê malwêraniyê û xizmeta tû alî ya nake
Em li serokatî ya herêma kurdistanê vî rewşa şer û serheldana meyla tundûtîjyê bi giştî û teqîna nêz bajêrkê Çelê, bi tundî şermezar dikiîn û em bawerîn ku ceng û rub rubuna bi çekan û bomberanê ,ji bilî ku malwêranî yê , xizmeta tû alî ya nake, hevdem arîşeyan jî aloztir dike û zirarê jî bi pirosîsa aştevayê digehî ne.
Jiber wê yekê dixazîn şer û tunûtîjî yê veder bikin û berê xwe bidin giftûgo û dayelogê jiboy çareserkirina arîşeyan,jiber ku ji nu serheldana şer û buyerên weha , wê tev bizav û fersendên çareserî ya aştîyane ji nav bibe.
Peyvdarek bi navê
Serokatîya herêma kurdistanê
18-8-2011
