• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Pakistanê di şerê ehlî de 38 kes hatin kuştin

Gulan Media August 18, 2011 Nûçe
Li Pakistanê di şerê ehlî de 38 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku li bajarê Metropol ê başûrê Pakistanê Karaçiyê ji sedemên siyasî û etnîkî şer derket û di encamê de 38 kes hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê navenda polîsan ve hate dayîn de tê gotin ku li herêmên cuda yên bajêr ji do êvarî de şer derketiye û di şerê li kolanan de 38 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wisa hate ragihandin gelek wesayît û kargeh jî hatine şewitandin. Hate destnîşankirin ku li bajarê ku tedbîrên ewlekariyên hatiye zêdekirin gelek kes jî hatine binçavkirin.

Li bajêr do di nav de serokên partiyên siyasî jî hene 10 kes hatibûn kuştin. Li Karaçiya ku navenda aborî û bazirganiya Pakistanê ye ji meha Tîrmehê de ye gelek caran şer derketiye û bi kêmanî 400 kes hatine kuştin.

ANF
Top