• Monday, 02 February 2026
logo

Îro 8 kes di 4 teqînan de li Kerkûkê birîndarbûn

Gulan Media August 17, 2011 Nûçe
Îro 8 kes di 4 teqînan de li Kerkûkê birîndarbûn
Hêzên Polîsan ên Kerkûkê ragihandin ku îro li Kerkûkê 4 teqînan rûda, ji wan jî 3 li nêzî baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) teqiyan.

Çavkaniyek ji polîsên Kerkûkê ragihand: “Îro di saetên sibehê de li Kerkûkê 4 teqînan rûda, di encamê de 8 kes birîndar bûn. Ev teqîn jî bombeyên berê hatîn vedan bûn. Herwiha 3 teqîn li nêzî baregeha navçeya 5 a girêdayê liqa 3 ya PDKê teqiyan. Teqîna çaremîn jî li derdora hêzên navenda polîsên Erûbe hat teqandin.”
Heman çavkaniyê got: “Di wan bûyeran de 3 karmendên asayîşa Kerkûk, 3 polîs û 2 hevwelatiyên sivîl birîndar bûn.”

Roja 15.08.2011an dû teqîn li Kerkûkê çêbûbûn, di encamê de kesek hatibû kuştin û 20 kes jî birîndar biribûn. Di heman rojê de li gelek bajarên İraqê teqînan rûdabûn, di encama wan teqînan de 61 kes hatibûn kuştin û 212 kes jî birîndar biribûn.

Rudaw
Top