• Wednesday, 04 February 2026
logo

Hêzên dijeteror veşartingeheka mezin ya çek û teqemenî ya li sînorê Hewlêrê girtin

Gulan Media August 17, 2011 Nûçe
Hêzên dijeteror veşartingeheka mezin ya çek û teqemenî ya li sînorê Hewlêrê girtin
Hêzên dijeterorên ser bi rêveberîya giştîya asayîşa herêmê, li sînora Hewlêrê, veşartingeheka mezin a terorîstên Ensarulîslam giritin.

Di evê bareyê de, li gora ragihandina Ajansa Paraztina Herêma Kurdistanê, ku jêdera serekî ya evê veşartingehê li parêzgeha Mûsilê ye, ewan terorîstan di maweya çend salên çûyî de, hêdî hêdî teqemenî ber bi parêzgeha Hewlêrê ve veguhaztin e.

Wek dihê xuyakirin, ku hêzên dijeterorê piştî çavdêrîyeka hûr dikarîn, li serê evê hefteyê cih evê veşartingehê eşkere bikin û bigirin.
Top