• Tuesday, 03 February 2026
logo

KCK’ê nûçeya di bara girtina Karayilan de derewand

Gulan Media August 14, 2011 Nûçe
KCK’ê nûçeya di bara girtina Karayilan de derewand
KCK’ê bi daxuyaniyeke teqez nûçeya çapemeniya Tirk ku dispêre rayedarên Îranê, ku dibêje “Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan hatiye girtin” derewand.

Li gor agahiyên rayedarên KCK’ê danî, nûçeya girtina Karayilan bi awayeke teqez derew e û “karayilan li ser erkê xwe ye.”

Çapememeniya Tirk di demjimêrên danê sibê de nûçeya derbarê Karayilan de spart Serokê Komîsyona Polîtîkayên Derve û Meclîsa Ewlekariya Îranê Burucerdî û ragihandin ku Karayilan ji aliyê yekîneyên sîxûrî yên Îranê ve hatiye girtin. Her wiha ajansa nûçeyan a Îranê jî heman nûçe da.

Duh jî kanala dewleta Tirk TRT’ê îdîdayeke avêt holê û diyar kir ku Karayilan hatiye girtin. lê rayedarên KCK’ê ev nûçe derewandin.

ANF
Top