• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokkomarê Îranê Persenameyek Pêşkêşî Serok Barzanî Kir

Gulan Media August 13, 2011 Nûçe
Serokkomarê Îranê Persenameyek Pêşkêşî Serok Barzanî Kir
Bi minasebeta Koçbar bûna Hevjîna Rêberê Gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û dayika Serok Mesûd Barzanî rehmetî Xatû Hemayil Xan, Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad persenameyek pêşkêşî Serok Barzanî kir ku, ev jî texta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê birêz Kak Mesûd Barzanî silav li we be.

Ji ber koçbar bûna dayika we ya birêz perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we dikim û ji bilî hêviya serkeftinê ji bo we û malbeta we ya birêz hevdem daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, rehmetî bixe ber rehmeta xwe û bi cenetê şa bike.

Serokkomarê Îranê

Mehmûd Ehmedînejad.

Kurdistan TV
Top