• Tuesday, 03 February 2026
logo

Kemîna li dijî polîsên Îranê, bi kêmanî 5 polîs mirin

Gulan Media August 10, 2011 Nûçe
Kemîna li dijî polîsên Îranê, bi kêmanî 5 polîs mirin
Li Herêma Makoyê ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî polîsên Îranê kemînek hate vegirtin û hate ragihandin ku bi kêmanî 5 polîs mirine.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Frasê waliyê Makoyê Hamdî Ahmediyan destnîşan kiriye ku 5 polîsên ku roja duşemê li dijî wan û wesayîta wan êrîş pêk hatibû jiyana xwe ji dest dane. walÎ ji êrîşê PJAK berpirsiyar dîrt, lê hê PJAK’ê tu daxuyanî nedaye.

Artêşa Îranê ji 16’ê Tîrmehê û vir ve ye li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê operasyonê didin meşandin. Hate hînbûn ku di rojên dawîn de şer hinekî rwestiyaye, lê sewqiyeta leşkerî hê jî didome. Çavkaniyên PJAK’ê radigihînin ku ji destpêka operasyonan heta niha bi kêmanî 3 jê general, 7 jê serbazên payebilind bi giştî li dora 300 pasdarên(leşkerên) Îranê hatine kuştin. Di bimbekirina Îranê ya Başûrê Kurdistanê de yek jê zarok 3 gundiyên Kurd jiyana xcwe ji dest dane, bi sedan kes neçar mane ku koç bikin û bi kêmanî 35 gundan zirar dîtine.

ANF
Top