• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Îngilistanê bûyer hilperikîn 7 bajaran, Manjister jî di nav bûyerê de ye

Gulan Media August 10, 2011 Nûçe
Li Îngilistanê bûyer hilperikîn 7 bajaran, Manjister jî di nav bûyerê de ye
Lİ Îngilistanê bûyerên destpêkirî digel hemû tedbîrên polîsan jî her ku diçe bûyer mezin û berfirehtir dibin. Li paytext Londonê şev aram bû, lê li bajarên Nottingham, Manchester û Liverpool jî di nav de 7 bajar tevlihev bûn.

Nîvê şevê li Liverpoolê pevçûnên dijwar çêbûn. Komeke bi qasî 200 kesî bi polîsan re şer kir. xwepêşandêran molotof û madeyên teqemeniyê bikar anîn. Nêzî 50 kesan hatin binçavkirin.

Liverpool’da gece yarısı şiddetli çatışmalar yaşandı. 200 kadar bir grup polise şişe ve yakıcı maddeler atması sonucu meydana gelen olaylarda 50’ye aşkrîpkirin.

Li Manchesterê jî komeke nêzî 200 kesan lig elek deveran gelek kargeh dan ber talanê û wesayît û avahî dan ber êgir. Rayedaran destnîşan kirin ku ev bûyer bûyerên 30 salên dawîn ên herî mezin in.

Li Birmingham û Wolverhampton a herêma West Midlands ciwan daketin kolanan û gelek der dan ber êgir û di encama çalakiyan de 36 kes hatin binçavkirin.

Çapemeniya Îngilîzan ragihand ku li bajarên Salford, Nottingham û Leicesterê jî bûyer derketine û gelek kes hatine binçavkirin.

Di bûyerên kul i Londonê dest pê kir û heta niha didomin de bi giştî 105 polîs birîndar bûne, 770 kes hatine binçavkirin, 2 kes jê hatine girtin û derbarê 105 kesan de doz hatiye vekirin.


Li milê din jî derket holê ku ciwanê 26 salî yê bi navê Mark Duggan ku ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin bi awayekî çekdarî êrîşî polîsan nekiriye û li hember polîsan çek bikar neaniye. Her çiqas Emniyeta Londonê gotibû li hember me çek bikar aniye jî Teşkîlatya Polîsan a Serbixwe ev yek piştrast nekir û got, “ Tu nîşaneyeke ku Duggan çek bikar aniye li holê nîn e û çeka ku heye nehatiye bikaranîn.”

Hemû bûyerên li Îngilistanê jî li ser şermezarkirina kuştina Mark Duggan ê 26 salî ku ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin derketin.

ANF
Top