Davutoglu nekarî beşar esed razîbike û vegeriya Enqereyê
Davutoglu, duhî li paytexta Sûriyeyê Şamê, digel Serokdewlet Beşar Esed, hevdîtin pêk anî û “peyamên tund” ên Erdogan gihand Esed.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, Esed, di vê hevdîtinê de, ku 2 demjimêr û 15 deqîqe dom kir, ji Davutoglu re wiha gotiye ku”Sûriye, dê bi tundî li dijî rêxistinên çekdar ên terorîst raweste”.
Li gorî nûçeya CNN Turkê, Davutoglu, li Şamê, ji aliyê cîgirê wezîrê derve yê Sûriyeyê ve hat pêşwazîkirin, ew jî, asta aloziya têkiliyên Enqere û Şamê nîşan dide.
AKnews
