• Tuesday, 03 February 2026
logo

Pêşmerge: Em tu carî şerê PKK û PJAK’ê nakin

Gulan Media August 9, 2011 Nûçe
Pêşmerge: Em tu carî şerê PKK û PJAK’ê nakin
Berdevkê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Cebar Yawer daxuyaniyek da û diyar kir ku rayedarên Îranê îdîa dikin ku jî di nava operasyonên li dijî PJAK’ê de cih digire û got; “Gelo kesek bawer dike ku wê pêşmerge şerê welatê xwe bike. Em tu carî şerê PJAK û PKK’ê nakin.”

Beriya niha Parêzgarê (walî) Azerbeycana Rojhilatê li Îranê Wecîd Celalzade ku ajansa nûçeyan a Mehrê ya Îranê û dabû diyarkirin artêşa Îranê sînorê Iraqê derbas nekiriye û ew li ser daxwaza Kurdên herêmê li dijî PJAKê şer dikin. kirine.

Berdevkê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî derbarê wê nûçeyê de daxuyaniyeke da got; “Min jî ev nûçe di malperan de xwend ku qaşo wan sînorê Iraqê bin pê nekiriye, lê min ew yekê nedît ku bibêjê Pêşmerge dijî PJAKê şer kiriye”.

Yawer got; “Gelo diçe aqilê tu kesekî ku Pêşmergê dijî welatê xwe şer bike, me dehan carî bal kişand ser helwesta Hikûmeta Herêmê ku em bi tu awayî dijî PJAK û PKK’ê şer nakin. Bê guman ew daxuyanî ne rast in û derew in, lê ez nizanim axir ew berpirs bi rastî wiha gotiye an gotineke wiha hatiye çêkirin.”
Top