Rûniştina Parlamentoya Kurdistanê li ser topbaranê dest pê kir
Di vê derbarê de Tariq Cewher got: ‘’Demjimêr 11ê berî nîvro rûniştina neasayî ya Parlamentoya Kurdistanê li ser pirsa topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve dest pê kir. Di rûniştinê de hewl tê dayîn çareseriyek ji vê pirsê re bê dîtin.’’
Tariq Cewher wiha axifî: ‘’Di rûniştinê de hemû fraksyonên nav parlamento beşdar in. Herwiha biryar e nûnerên 50 rêxistinan jî di rûniştina îro ya li ser topbaranê de beşdar bibin.’’
Rûdaw
