Li Amedê komîtek ji bo piştevaniya kurdên rojava pêktê
Li Diyarbekirê, bi armanca bicihanîna daxwazên kurdên Sûriyeyê û gihandina dengên wan bo cîhanê ku ev 4 meh in gel li dijî rejîma Beşar Esad xwepêşandanê dike, “Komîteya Piştgiriya digel Kurdên Sûriyeyê” hate avakirin.
Ji HAKPARê Kenan Kizil, ji KADEPê Lûtfî Baksî, ji Grûpa Diyalogê ya Dîcle Ferat ê Muhîtîn Batmanli, Ji Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd Îmam Taşçier û Halîm Îpek, Ji Lêgerîna Kurdên Demokratîk Muharem Hoca, ji Partiya Azadî Sosyalîzmê Azîz Mahmut û ji TEVKURDê Sidki Zîlan, beşdarî vê komîteyê bûne.
Endamên komîteyê îro li Şaxa Diyarbekirê ya HAKPARê bi civîneke rojnamegeriyê, ji raya giştî re pêkanîna komîteyê ragihand.
Daxuyaniya pêkanîna komîteyê ji aliyê Azîz Mahmût ve hate xwendin. Mahmût komîteya wan bi armanca piştgirîdayîna têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên ereb û kurd ya li dijî dîktatoriya Beasê ya bi serokatiya Beşar Esad, hatiye avakirin.
Mahmût got, “Armanca me ew e ku derbarê pêşhateyên li Sûriyeyê de raya giştî bi awayekî rast û rêk û pêk, haydar bikin, li ser rewşa kurdên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn konferansek saz bikin û bi armanca pişgirîdayîna daxwazên meşrû yên kurdan li ser asta neteweyî û navdewletî hewl bidin. Em dixwazin helwesta dewleta Tirkiye û hikûmeta AK Partiyê ya li hemberî kurdên Sûriyeyê nîşanî raya giştî bidin ku qet guh nade rewşa kurdên Sûriyeyê.”
Mahmût li ser pirsa “çima di nav we de BDPyî nînin” ya AKnewsê, diyar kir ku BDPyiyan soza pişgiriyê dane lê ji ber zêdebûna karê wan nekarîne beşdarî civînên komîteyê bibin.
AKnews
