Parlementerên Elman: Necdet Ozel tawanbarê şer e
Her çendî di dîmenan de dixuyê ku Necdet Ozelê ku wê dibe Serfermandarê Artêşa Tirk, koordîne kiriye, lê tu nerazîbûnek ji Tirkiyeyê nehat. Ev mijar dîsa ket rojeva Partiya Çepgir a Elman. Jixwe Partiya Sosyalîzma Demokratîk (PDS) ev mijar biribû rojeva Meclîsa Elmanyayê.
Piştî derket holê ku ev operasyon ji aliyê Necdet Ozel ve hatiye kirin, komek ji Partiya Çepgir a Elman ketin nava liv û tevgerê. Endamên Meclîsa Fedaral Ulla Jelpke, Andrej Hunko, Ingrid Remmers, Heidrun Dittrich, Harald Weinberg, Endama Meclîsa Hamburgê Cansû Ozdemir, Endama Mecîsa Eyaleta Hessen Barbara Cardenas, Endama Meclîsa Ren a Bakûr Bärbel Beuermann, Serokê Partiya Çepgir ê Saksonyaya Jêrîn Yilmaz Kaba û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Mûrat Çakir daxuyaniyek hevbeş dan û bal kişandin ser boriya Ozel.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku generalek ku sucê şer kiriye, dibe Serfermandarê Artêşa Tirk û ev bangawazî hat kirin; “Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi van helwestên xwe çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên aşitiyane asteng dike. Dema Ozel Fermanarê Cendirmeyan bû ne tenê bepirsê, kuştin, îşkence û girtinên li Kurdistanê bû, di sala 1999 de fermadeya (komûta) karanîna çekên kîmyawî ya li dijî Kurdan jî kiriye.”
Di 11’ê gulana sala 1999 li gundê Bilikan ê navçeya Silopî ya Şirnexê, leşkerên Tirk di şerê li hemberî gerîlayan de bi dehan windahî da. Piştî wê artêşa Tirk cihê ku gerîla lê bûn dorpêç kir û li hemberî gerîlayan çekên kîmyayî bi kar anî. Di encamê de 20 gerîlayên ARGK’ê jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên ku ji aliyê leşkerekî ve hatibû belavkirin, di Roj TV û ANF’ê de hat weşandin.
ANF
