• Wednesday, 04 February 2026
logo

Husnu Mûbarek serokê berê yê Misrê tê dadgehkirin

Gulan Media August 3, 2011 Nûçe
Husnu Mûbarek serokê berê yê Misrê tê dadgehkirin
îro yekemîn danişîna doza Serokê Berê yê Misirê Husnu Mûbarek ji ber sucên kuştina mirovan û gendeliyê pêk were.

ev danişîna dozê di televîzyonê de bi awayeke zindî tê weşandin. Ji ber wê jî li paytext Qahîreyê tedbîrên ewlehiyê hatin xurtkirin.

Ji bo darizandina Mûbarek cihek taybet di akademiya polîsan de hatiye avakirin û 3 hezar polîs û leşker cihê dadgehê diparêzin.

Dozgeran Kevneserokdewletê Misirê Husnî Mûbarek bi ‘bi awayeke ne mafdar sermayeya 40 milyar dolar bi dest xistiye û berpirs e ji kuştina 800 kesan’ sucdar kirin û cezayê darvekirinê jêre xwestin. Ji ber wê jî Mûbarek di hefteya borî de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Top