• Saturday, 31 January 2026
logo

6 endamên PKKê li Fransayê hatin girtin

Gulan Media December 7, 2010 Nûçe
6 endamên PKKê li Fransayê hatin girtin
6 Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê li Fransayê hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya malpera rojnameya L’expres ya Fransayê, polîsê wî welatî li bajarê Marsilia yek jê berpirsekî bilinde li ser asta Ewropayê, 6 PKKê girtin.

Rojnameyê xuya kir ku armanca sereke ya vê pêvajoyê, lêkolîne li ser jêdera darayî ya PKKê. Amaje kir ku tê çaverêkirin lêkolînên digel wan girtiyan 4 roj bidomin.

Ji aliyekî din ve malpera rojnameya Media Part belav kiriye ku girtina her 6 endamên PKKê di çarçoveya rêkeftina di navbera Werzîrê Derveyî Fransayê Bernard Koshner û Werzîrê Derveyî Tirkiyeyê Ahmed Daoud Oglo de tê ku di 11 û 12ê Cotmeha borî de li Istanbulê biryar dan ku herdu welat alîkar bin ji bo rûbirûbûna çalakiyên PKKê.

Her li gorî heman malperê, di vê salê de polîsê Fransayê 50 endamên PKKê binçav kirine ku heta niha hin ji wan nehatine azadkirin.

(AKnews)
Top