Nûnerê BDP`ê wê di kongira PDK`ê de amade be
Li gor zanyariyan PDK`ê, vexwendin nameyek ji BDP`ê re şandiye û BDP`ê jî ji aliyê xwe ve pêşwazî li wê vexwendinê kiriye û biryar daye Bengî Yildiz cîgirê serokê giropa Parta Aştî û Demokrasiyê li Perlemana Turkiyê û Hamît Geylanî perlemanterê BDP`ê yê Colemêrgê bo başdar bûn di vê kongirê de bişîn Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Piştî ku Yildiz û Geylanî beşdariyê di kongirê de bikin wê bi karê rêxistina amadekariyên dawî yên vekirina Nûneriya BDP`ê ya Hewlêrê rabin.
