Kongira PDK`ê bi çavdêriya Emrîka û Yekîtiya Ewropa wê bê saz kirin
Cafer Îbrahîm berpirsê nivîsîngeha hilbijartinên PDK'ê bo malpera AKnews'ê ragehand ku di dîroka hemû Iraq û Herêma Kurdistanê de yekem care kongireyek wek Kongira 13ê ya PDK'ê tê saz kirin û wê Emrîka û Yekîtiya Ewropa jî çavdêriya wê kongrê bikin.
Berpirsê nivîsîngeha hilbijartinên PDK'ê herweha got ku Kongira 13ê yê PDK'ê wê vê carê li gor pîverên navdewletî birêve biçe û ji hev cudakirina dengan jî wê bi du rengan be ku yek ji wan elektronîk e û bi zûtirîn dem encam wê li ser ekranên elektronîk di nava hola kongreyê de bihêne ragihandin û nabe bo her wêstgeheke dengdanê ji 500 kesan zêdetir tê de dengên xwe bidin û proseya dengdanê jî wê 100% zelal be û hemû dê bi riya kamîreyan werin çavdarîkirin.
Xuya jî kir ku hejmara endamên vê kongrê 1300 ta 1350 kesan e û rêjeya beşdarbûna jinê jî ji sedî 15 ye.
Biryar e roja 11ê vê mehê de PDK'ê li bajarê Hewlêrê Kongra xwe ya 13ê saz bike.
