• Wednesday, 04 February 2026
logo

Demîrtaş: Bila AKP`ê bersiva angaştên Wikileaksê bide

Gulan Media December 4, 2010 Nûçe
Demîrtaş: Bila AKP`ê bersiva angaştên Wikileaksê bide
Hevserokê Giştî BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta AKP’ê neçar e bersiva angaştên (îdîayên) pelgeyên Wikileaksê bide.

Demîrtaş beşdarî civîna şêwirandina rêveberiyên cihkî ya ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê ve hatibû lidarxistin, bû. Demîrtaş pêş civînê, pirsên rojnamevanan ên têkîldarê pelgeyên Wikileaksê bersivand û ragihand ku pelgeyên hatine weşandin ew pir neheyîrandine.

Demîrtaş di bersivandina pirsên endamên çapemeniyê de balkişand ser lawazbûna egera (îhtîmala) pelgeyên bi vî rengî bê agahiya dewletan bên weşandin. Di vî warî de Demîrtaş got: “Dibe ku ev tevgerdariyeke manîpulatîf jî be, dikare hin armancên din jî têde hebe. Lê belê dema angaştên cidî rû dan, divê hikûmet teqez bersiva angaştan bide.”

Demîrtaş balkişand ku nabe ku AKP li hember angaştên hatine weşandin bibêje, ‘Ev yek min girê nade, manîpulasyonên hinekê din in’ û di vî warî de wiha axivî: “Em wek mûxalefet tiştên ku ji me tên veşartin, em dikarin lê bikolin û lê bigerin; lê yên ku vî welatî bi rê ve dibin, angaştên ku derbarê desthilatdarî û partiya desthilatdariyê de ye, divê teqez bersiva angaştan bide. Bi gotina ku xwediyê angaştê angaşta xwe bipeyîtîne, nikara xwe jê pak bike. Birêz Serokwezîr Erdogan divê bi taybetî jî van mijaran paşguh meke. Ji ber ku angaştên pir cidî hene.”

Demîrtaş anî ziman ku ger pelgeyên li dinyayê hêzên mezin çi tawanên mezin pêk anîne bên aşkerakirin, dê bi bandortir be û wiha domand: “Naxwe kiryarên ku AKP’ê pêk anîne, tên zanîn. Ger bi van nûçeyan hin navendên belû bikin mebest, em ê di bin vê yekê de tiştek din bigerin. Ger tawanên di asta navneteweyî de ji aliyê hêzên mezin ên wek Îsrayil, DYA’ê ve pêk hatine, bên aşkerakirin, belkû wê demê tiştên cûdatir bên gotûbêjkirin. (ANF)
Top