Rojnameka Almanî bas li sê Bingehên atomî yên Sûriyayê dike
Rojnameya navbirî herweha xuyakir, ku bingeheka atomî li rojhilata bajarê Dîmeşqê ye û bingehek din nêzîkî bajarê Misyafê ya li rojavaya Sûriyê ye û bingeha din jî, li bakûrê bajarê Hema ya li rojavaya Sûriyê ye.
Ev rojnameya Almaniyayî derbarê jêderê zanyariyên xwe de jî diyarkir, ku peymangeha zanist û ewlekariya navdewletî ya ku bingeha wê li bajarê Waşington paytexta Emrîkayê ye, bi rêya Setelaytan çend wêneyên ew bingehên atomî yên Sûriyê û bi taybetî jî bingeha atomiya nêzî bajarê Misyafê bi dest xistine.
Cihê amaje pêkirinê ye ku supa Israîlê di sala 2007ê de çend bingehên atomî yên li rojhelata Sûriyê bombebaran kir.
