Serok Barzanî pêşwazî li Balyoz û Fermandê Giştî yê Hêzên Emrîka kir
Di hevdîtinê de ku birêz Nêçîrvan Barzanî jî amade bû, bas li hewlên proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.
Di derbarê de Balyozê Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka li Iraqê ji bo serkeftina destpêşxeriyê, dûbare pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û li serxistina destpêşxeriyê de behsa rola cenabê Serok û rola nûner û serkirdeyên kutleyê siyasiyan kir û ji bo pêkanîna Hikûmeta nû hêviya berdewamiya hewlan kir û ragihand ku li Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka her li Serok Obama ve Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka bi çavekî gelek girîngî ve temaşa hewlên Serok Barzanî dikin. Her li proseya danustandina berayiyan û serdana Serok û nûnerên aliyê siyasiyên Iraqê ya Hewlêrê û dawiya kombûnê û berdewamiya wan ya li Bexda û encamdana beşek ji qonaxa destûriyên pêkanîna Hikûmet û hilbijartina Serokê Encûmena Nûneran û Serok Komar û van hewlan jî bi hengavekî baş û gûhertineke gelek mezin danî.
Balyozê Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka dûpat jî kir ku hê jî gelek fakter ji bo pêkanîna Hikûmetekî bi hêz û çalak mane ku nûnerayetiya sercem pêkhatên gelê Iraqê bike. Ji bo wê yekê ev serdana wan ji bo wê yekê ye ku ji nêzîk ve agahdarî hewlên temamkerên Serok Barzanî ya ji bo qonaxa nû bibin.
Serok Barzanî ronahî kir ku bi hilbijartina Serokê Civata Nûneran û Serok Komar hengavekî girîng li proseya siyasiya Iraqî da hatine avêtin û ew berbesta nefsiya ku hebû me karî bişkînîn û berî du roj jî li gel şanda danustankarê Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan û bi amadebûna hemû hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê kombûyîn bo ku li pêşketinên dawiya qonaxa pêkanîna Hikûmetê binirxînin û hêvî xwest ev qonax jî bi serkeftî bi dawî bibê û Hikûmetekî hevbendiya nîştimanî pêkbê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste rêz li hevbendiya niştimanî bê girtin û nakokiyan jî li çarçêweya destûr û sîstema siyasî de bêne çareser kirin.
Her wiha guftûgo kirina mîkanîzma dabeşkirina postê wezaretan li navbera kutleyên serketî û nêrîn û dîtina wan kutleyan û çawayiya damezrandina civatek çalak bo siyaseta stratejî ku têda hevbendiya nîştimanî bê berceste kirin mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û di vî warî de Balyozê Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka dûbare girêdayîbûna tevahiya welatê xwe bi piştgîrîkirina proseya siyasiya Iraqê û ezmûna demokratiyê û girîngiya rêzgirtina li hevbendiya siyasî û Hikûmeta hevbendiya nîştimanî dupat kir.
