Enqere: “me li Iraqê şikestin nexwer”
Li gorî nûçeya rojnameya Taraf’ê ku ji çavkaniyên dîplomatîk bidest xistine, li Iraqê, wekû ku Tirkiyayê dixwest, bi beşdarbûneke fireh hikumet hat damezrandin.
Çavkaniyan ragihandin ku, Talebanî di gera yekem ya helbijartinan de bi ser neket û di gera duyê de, Enqereyê bi bloka El-Iraqiye ku Eyad Elawî serkêşiyê dike re telefon kir û ev yek bû sedema ku Talebanî di gera duyê hilbijartinan de bibe serok komar.
Ji aliyekî din ve, ji Navenda Ragehandina Serokatiya Tirkiya daxuyaniyek nivîskî hatiye weşandin û têde hatiye ku, di Cejna Qurbanê de, Abdullah Gul, bi Celal Talebanî re bi telefonê axifiye.
