• Saturday, 31 January 2026
logo

Serokê Iraqê: Hoşyar Zîbarî berbijarê kurde bo postê wezareta derve

Gulan Media November 19, 2010 Nûçe
Serokê Iraqê: Hoşyar Zîbarî berbijarê kurde bo postê wezareta derve
Celal Talebanî serokê komara Iraqê ragihand, ku Hoşyar Zêbarî berbijarê hevgirtina fraksiyonên kurdistanî ye ji bo posta wezareta derve ya Iraqê, ji ber ku ew di vî biwarî de serkevtî bû.

Serokê Iraqê ji rojnameya Elşerq Elewset re xuyakir, ku Hoşyar Zêbarî karî peywendîyên Iraqê û welatên Erebî ber bi pêş ve bibe û erkên xwe yên di vî biwarî de, pir baş encam da.

Cihê gotinê ye, ku Mu`emer Qezafî serokê Lîbiyayê jî daxwaz kir bû, ku Hoşyar Zêbarî bibe sekreterê giştî yê Komkar `Erebî.
Top