Rojhilat – Di nav mehekê de 20 kesan xwe kuştine û 17 jî hatine kuştin!
Li gorî raportên dezgehên mafên mirov, ji destpêka Newroza îsal ve heta niha, herî kêm 20 kesan li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine.
Li gorî wan raportan, 11 ji wan zilam û yên din jî jin bûne. Rûdanên xwekuştinê herî zêde jî li Ormiyê qewimîne.
Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku di heyama meha borî de herî kêm 17 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin ku 11 jê zilam û 6 jî jin bûne.
Basnews
