• Saturday, 31 January 2026
logo

Li Çemçemal jin û zilamek bi tometa kuştina welatiyekî û şewtandina otombîla wî hatin girtin

Li Çemçemal jin û zilamek bi tometa kuştina welatiyekî û şewtandina otombîla wî hatin girtin
Rêveberê Polîsên Çemçemal desteserkirina jin û zilamekî bi tometa kuştina welatiyekê û şewtandina otombîla wî ragehand.

Rêveberê Polîsên Çemçemal eqîd Heyder Bêserî ji BasNewsê re ragehand piştî ku roja 18.05.2017 demijmêr 10ê şev bingeha po,lîsên şaredariya Qadir Kerem li nêzk gundê Newroz yê ser bi şaredariyê ve termê welatiyekê di nav otombîla core Opil de dîtin ku, bi guleyan hatibû kuştin, herwiha otombîl jî şewitandî bû, hewl û medîbûna hêzên asayîş û polîsên Qadir Kerem û yên Çemçemal karîn hejmarek otombîl bibînin û malbata kesê hatî kuştin jî.

Herwiha got ku, bi lêkolîn û dûvçûnên hurgilî duh,23.05.2017 li gor madeya 406 ya sizayên Iraqê û li ser fermana dadwerî zilamek bi tometa kuştina wî welatî hate girtin, dema lêpirsîn hatkirin aşkere kir ku, jinek jî ligel de bû û piştre ew jin jî hate desteserkirin.

Rêveberê Polîsên Çemçemal da zanîn ku. Ew jin û zilamê hatine girtin, ne jin û mere hevin, ew yeke jî li gor encamên lêkolînê hatine zanîn û aşkerekirin, tekez kir ku, lêkolîn berdewamin.

Basnews
Top