Li Kerkûkê bavekê bi xeletî kurê xwe kuşt
Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê Eqîd Efrasyaw Kamîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 14.05.2017ê li taxa Rehîmava ya bajarê Kerkûkê zilamek di dema paqijkirina çeka xwe de gule ji dest derket û ew gule jî li kurê wî ket û birîndar kir.’’
Herwaha got: ‘’ Ew kur xwandevan bû û temenê wî jî 25 sal bû, piştî geheşte nexwaşxanê jiyana xwe ji dest da.’’
Rêveberê polîsê Kerkûkê got: ‘’Li ser biryara dadwer bavê wî kurî hate girtin û lêpirsîn derbarê bûyerê de berdewam e.’’
Rudaw
