Malbatên ku mêr ji hev kuştibûn li hev hatin
Malbatên bi paşnavê Ozdemir û Ozyilmaz ku di heman demê de mirovên hev in, 6 sal berê şer kirin û kesek ji malbata Ozyilmaz hat kuştin. Li ser vê bûn dijminê hev û li hember hev sekinîn. Piştî vê maqûlên herêmê, rihspî û pêşdehatiyên civakê ketin navberê û ew li hev anîn.
Malbat di "xwarina sulhê" de hatin cem hev û Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas jî beşdarî vê merasimê bû.
Di bernameyê de Quran hat xwendin û ji bo careke din dubare nebe dia hatin kirin.
Şêxmûs Ozdemir û Abdullah Ozyilmaz piştî xwarinê dest dan hev û li hev hatin.
Rudaw
