Sebeba mirina wî xortê Rojhilatî eşkere bû
Şeva borî xortekî Rojhilatî bi navê Soran Şafiî li Hewlêrê û li cihê karê xwe mirî hatibû dîtin.
Li ser wê bûyerê berpirsê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ragihand, li gorî lêpirsîn û lêgerînan derket holê ku wî xortî bi demançê xwe kuştiye.
Telet da zanîn ku hevalên wî dibêjin gelekî deyindar bûye û rewşa wî ya derûnî ji ber wê yekê xirab bûye û xwe kuştiye.
Soran Şafiî, ku di nav hevalên xwe de wek Soran Seqizî dihat nasîn, di televîzyonên Tishk TV û Kurdsatê de jî kar kiribû.
Basnews
