• Saturday, 31 January 2026
logo

Kurdek ji bo hilbijartinên serokayetiya Sûriyê berbijêr e

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
Kurdek ji bo hilbijartinên serokayetiya Sûriyê berbijêr e
Kurdekî Şamê ji bo hilbijartinên serokayetiya Sûriyê bûye berbijêr. Bi vî awayî hejmara berbijêran gihişte 18 kesan, 3 jin di nava wan de hene. Mihemed Cemîl Mîrxan,Kurdê Şamê ye.

Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemûde Sebax di civîna parlamentoyê de, navê 4 berbijêrên nû eşkere kirin, di nav wan de Kurdekî Şamê jî heye, ew jî Mihemed Kamîran Mîrxan e.

Hemûde Sebax profila berbijêrê Kurd ê serokayetiya Sûriyê xwend û diyar kir ku Mihemed Cemîl Mîrxan Sibata 1967ê ji dayîk bûye û navê dayîka wî jî Wîsal e.

Piştî ku serokê parlemanê navê wî pêşkêş kir, êdî divê 35 parlementerên Sûrî berbijêrbûna wî erê bikin.

Ev yekem car e piştî 50 salan, Kurdek xwe ji bo hilbijartinên serokayetiya Sûriyê berbijêr dike.

Parlamentoya Sûriyê ku navê wê yê fermî Encûmena Gel a Sûriyê ye, dema hilbijartinên serokatiya wî welatî aşkere kir û ragihand, hilibijartinên serokatiyê dê roja 26ê Gulana 2021ê bên lidarxistin.

Roja 20 meha 5 dê bingehên dengdanê li pêşiya welatiyên Sûriyên yên li derve dimînin bên vekirin û wê li derve dengdan dest pê bike.

Ji dema destpêkirina şerê navxweyî di sala 2011an de, ew dibe duyemîn hilbijartinên Serokatiya Sûriyê.

Hilbijartina berê ya serokatiya Sûriyê di meha Hezîrana 2014an de hatibû sazkirin û li gor encamên ku hikûmeta Sûriyê ragihandibû, Beşar Esed di wê hilbijartinê de ku wê demê zêdetir ji nîvê axa Sûriyê di kontirola hikûmetê de nebû, rêjeya %88ê dengan bidestxistibû û bo dema 7 salan weke serokê welat hatibû hilbijartin.

Beşar Esed ji sala 2000an ve û 36 rojan piştî koça dawî ya Hafiz Esed ê bavê xwe weke Serokê Sûriyê hatibû diyarkirin û ew 21 salin ku serokatiya welat dike.

Hilbijartina serokatiya Sûriyê li gor wê destûrê tê lidarxistin ku sala 2012an û di encama referandumê de hat qebûlkirin û li gor wê destûrê dema serokatiya welat bo her xûlekê 7 sal in.

Jibo hilbijartina vê carê, Esed hêj namzediya xwe diyar nekiriye, lê tê çaverêkirin ku di dema bê de vî karî bike.

Rudaw
Top