• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Papayê Vatîkanê dike

Gulan Media February 9, 2021 Nûçe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Papayê Vatîkanê dike
Herêma Kurdistanê roja 7ê Adara bê, pêşwazî li Papayê Vaktîkanê Francis dike û li Hewlêra Paytext ligel Serok Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvcan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive. Piştre li Yarîgeha Navdewletî Fransiwa Herîrî qedasek bi beşdariya hezaran Kirîstiyanî tê lidarxistin.

Hewlêr navenda dîplomasiya navçeyê ye

Serdana Papayê Vatîkanê ji Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê re piştî wê yekê tê, di çend salên borî de Hewlêr wek navendeke dîplomasî ji bo gengeşekirina mezintirîn pirsgirêkên vê serdema mirovatiyê ku terora rêxistina DAIŞê ye, tê dîtin. Çendîn serok û serokwezîr û wezîrên derve yên welatên cîhanê berê xwe danê. Lê serdana ji hemûyan ciyawaztir, serdana navdartirîn kesayetiya olî ya rojava li Hewlêrê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema serdana Vatîkanê de û civîna ligel Papa de di Sibata 2020 deSerokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema serdana Vatîkanê de - Sibata 2020 de
Bersiva vxwandina Mesrûr Barzanî dide

Serdana Papa ne bê pêşîne ye, dema Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê li Ewropayê bû, serdana Vatîkanê kir û li ji aliyê Papa Francîs ve pêşwazî lê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de Papa vexwand serdana Herêma Kurdistanê bike û ji nêzîk ve rewşa aram a ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkvejiyana pêkhatên olî, kultûrî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê bi dest ve anîye bibîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema serdana Vatîkanê de - Sibata 2020 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema serdana Vatîkanê de - Sibata 2020
Li hember jî, Papa Francîs pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di rûbirûbûna "terorê" de da û di nav de xweragirtina Kirîstiyananên ku li hemû deverên Iraqê bi taybet Kirîstiyanên Neynewayê rastî terorê hatine û berên xwe dane Herêma Kurdistanê.

Herêmê hembêza xwe ji bo Kiristiyanên penaber vekir

Kirîstiyanên Neynawa, ji Hezîrana 2014'an ve ji aliyê çekdarên ser bi El-Qaîde û DAIŞê ve rastî şepêleke komkujî û koçberiyê hatin û beşeke mezin ji wan berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Bi taybet piştî dagirkirina çekdarên DAIŞê ji Mûsilê re di 10ê Hezîrana 2014an de, vêca Neynewa wek cihê jiyana Kirîstiyanan nema û berê xwe dan Hewlêr û Duhokê.

Jineke kurd a Kirîstiyanî di dema merasîmeke olî deJineke kurd a Kirîstiyanî di dema merasîmeke olî de
Li Hewlêr û Dihokê gelê Kurd koçberên Kirîstiyanî hembêz kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî hemû astengiyên aborî, darayî û ewlehiyê, karî pêdiviyên jiyanê yên sereke ji koçberan re peyda bike.

Herêma Kurdistanê bi berdewamî pêwendiya bi Vatîkanê re hebû û serdana Serokêwezîr Mesrûr Barzanî bo Vatîkanê di meha Sibata derbasbûyî de ne yekem seredan bû ku berî niha jî Serok Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû û piştre Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Vatîkanê kiribûn.

Serdana Serok Barzanî bo Vatîkanê - 24ê Sibata 2011anSerdana Serok Barzanî bo Vatîkanê - 24ê Sibata 2011an
Vatîkan bo Serok Barzanî: Hûn nunerê aştî, bexşandin û pêkvejiyanê ne

Serdana Serok Barzanî bo Vatîkanê di 24ê Sibata 2011an de, mijareke taybet bû bo tevahiya Herêma Kurdistanê, bi taybetî ku ew serdan di dema şerê li dijî terorê li Iraqê hebû û tenê Herêma Kurdistanê li Iraqê devereke aram bû û gelek Kirîstiyanên Bexda û başûrê Iraqê berê xwe dabûn Herêma Kurdistanê.

Di vê serdanê de Papa bixêrhatina Serok Mesûd Barzanî kir û destxweşî û pêzanînên Kursiya Papeyî jî ji bo pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê li Kirîstiyanên naverast û başûrê Iraqê nîşan da.

Di wê çarçêveyê de Papa Benedikt ê Şazdeh ji Serok Barzanî re got: “Tu nûnerê aştî, lêborîn, pêkvejiyanê ye û û rola we di vî war de ji me re cihê serbilindiyê ye.”

Serok Barzanî di 30î Gulana 2014an de serdana Îtalyayê ku û ji aliyê Kursiya Papayî ve pêşwazî lê hate kirinSerok Barzanî di 30î Gulana 2014an de serdana Îtalyayê ku û ji aliyê Kursiya Papayî ve pêşwazî lê hate kirin
Serbilindiya Vatîkanê bi kesayetî û rola Barzanî di wê serdanê de bi kûrî derket, dema ku Serokwezîrê Vatîkanê Peter Barolin û şanda ligel wî di 27.12.2018an serdana Serok Barzanî kir da ku peyama sipasiya Kursiya Papayî bigihînin Serok Barzanî.

Sarok Barzanî ji şanda Vatîkanê re tekez kir û got: "Herêma Kurdistanê tekezî li ser kûrkirina têgeha pêkvejiyanê û parastina hemû pêkhateyên olî, mezhebî ş netewî yên ku li deverê de dijîn dike û pêwîst e hemû pirsgirêk bi aştî û bi riya danûstandinan werin çareserkirin, ne bi tundûtûjî"

Serokwezîrê Vatîkanê Peter Barolin di dema civîna ligel Serok Barzanî - Hewlêr 27.12.2018Serokwezîrê Vatîkanê Peter Barolin di dema civîna ligel Serok Barzanî - Hewlêr 27.12.2018
Papa beşdarî di şikandina dorpêça li ser Herêma Kurdistanê de kir

Piştî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 12.12018an di çarçoveya serdanekê bo Ewropayê de, ji aliyê Papayê Vatîkanê ve pêşwazî lê hate kirin.

Pêşwaziya papayê Vatîkan ê li şanda Herêma Kurdistanê di vê mercê de, li Herêma Kurdistanê cihê girîngiyeke manewî û siyasî bû ku vekirina deriyê Rojava û Ewropa li pêş Herêma Kurdistanê bû. Ji ber ku piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê û piştre bûyerên 16ê Cotmehê di sala 2017an de, dorpêçeke aborî, siyasî û asmanî li ser Herêma Kurdistanê hatibû sepandin û Hewlêr rastî astengiyeke dîplomasî ya mezin hatibû.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Papayê Vatîkanê –12.1.2018Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Papayê Vatîkanê –12.1.2018
Piştî pêşwazîkirina Serokê Fransayê Emmanuel Macron li şanda Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Papayê Vatîkanê li wê şandeyê, ji Herêma Kurdistanê hêviyeke mezin bû û nîşanek bû ku dorpêça welatên cîhanê li ser Herêma Kurdistanê hat şikandin.

K24
Top