Nêçîrvan Barzanî: Salvegera azad kirina Kobanê li gelê Kurdistanê û azadîxwazên cîhanê pîroz dikim
Li ser twitterê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera azad kirina Kobanê ji aliyê YPG û Pêşmerge ve, peyamek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vêye;
Bîranîna dastana rizgar kirina Kobanê li tevahiya gelê Kurdistanê û tevahiya azadîxwazên cîhanê pîroz dikim.
Bi vê minasebeta han serê xwe li hember şehîdan ditewînin û bi rêzdarî ve wan bibîr tînin.
Barzanî herwiha nivîsandiye: Spasiya hêzên hevpeymanan jî dikin ku di şerê dijî DIŞIê de hevkarê me bûne.
