Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Joe Biden kirin
Piştî destbikarbûna Joe Biden wek Serokê Amerîkayê, serkirdeyên cîhanê bi şêweyên cuda pîrozbahiyên xwe arasteyî Biden kirin. Serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî pîrozbahî li Biden kirin û di erka wî ya nû de serkeftin jê re xwestin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, “Li ser navê Herêma Kurdistanê ez pîrozbahiyê li Serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim bo boneya destbikarbûna wan a dîrokî. Ez hêviya serkeftinê bo wan dixwazin di serkirdayetîkirina gelê Amerîkayê û ez bi hêvî me, em di îdareya nû de kar li gel hevrêyên xwe bikin.”
Hevdem Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrû Barzanî jî li hejmara xwe ya Twittterê peyamek belav kir û got, “Ez germtirîn pîrozbahî li Serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harrîs dikin. Em bihêvî ne ji nîzk ve kar li gel we bikin bo bihêzkirina hevpeymaniya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dilniyayî bo herêmê.”
Îro Çarşemê, 20/01/2021, di merasîmeke taybet de Joe Biden li Kongrêsa Amerîkayê sonda yasayî xwar û bi fermî bû 46emîn Serokê Amerîkayê.
Joe Biden di yekem gotara xwe de got, “Îro roja Amerîkayê ye, îro roja demokrasiyê ye, roja hêvî û dîrokê ye. Em careke din fêr bûn ku demokrasî binirx e.”
Berî Biden, Kamala Harris jî wek Cîgira Serok sonda yasayî xwar û bû yekem jin di dîroka wî welatî de ku ew post wergirtiye.
Rudaw
