• Saturday, 07 February 2026
logo

Pîrozbahiya dereng a Netanyahu li Biden

Gulan Media November 8, 2020 Nûçe
Pîrozbahiya dereng a Netanyahu li Biden
Serokwezîrê Îsraîlê di peyamek dereng de pîrozbahî li Joe Biden kir û ragihand, “40 sal in me peywendiyeke qayîm li gel hev heye.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li hejmara xwe ya taybet a Twitterê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Joe Biden kir ku di encama hilbijartinan de bû 46emîn serokê Amerîkayê.

Serokwezîrê Îsraîlê di wê peyama xwe dibêje, Biden dostekî mezin ê Îsraîlê ye û hêviya xwe tîne ziman, ew bikarin li gel hev kar bikin û hevpeymaniya di navbera Îsraîl û Amerîkayê de bihêztir bikin.

Di peyama xwe de ya duyem de Netanyahu spasiyeke taybet pêşkêşî Trump kir û got, “tu dostê Îsraîl û şexsê min bûyî, te Orşelîm û Girên Golanê nas kir û li dijî Îranê rawestiyayî.”

Şeva derbasbûyî li gel yeklabûna encamên hilbijartinê, piraniya serkirdeyên cîhanê pîrozbahî li Joe Biden kir, lêbelê Serokêwezîrê Îsraîlê ragihand ku ew çaverê ne heta encamên hilbijartinên zelal dibin ku encam her ew bûn ku Netanyahu pîrozbahî li Biden kir.

Donald Trump di heyama 4 salên derbasbûyî de karên mezin di berjwendiya Îsraîlê de kir, beşek ji welatên Erebî di dema wî de peywendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî kirin.

Du ji wan dewletên Erebî Behrêyn û Îmaratê rêkeftinên “dîrokî” li gel Îsraîlê îmze kirin. Trump roja 23ê Cotmehê ragihand, Sûdan jî peywendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî dike.

Li aliyê din Trump di dema 4 salan de piraniya bijardeyên li dijî Îranê ceribandin. Herwiha Fermandarê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî jî di dema wî de li Bexdayê hat kuştin.

Ew dema ku Sulêymanî hat kuştin Netanyahu li Yunanê bû û li Firokexaneya Navdewletî ya Atîna got, “Amerîka mafê wê ye bergiriyê li xwe bike.”

Rudaw
Top