• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî bi boneya Mewlûda Nebî peyamek belav kir

Gulan Media October 29, 2020 Nûçe
Serok Barzanî bi boneya Mewlûda Nebî peyamek belav kir
Bi boneya roja mewlûda Hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin), Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê mezin Mihemed Mistefa (silavên Xwedê lê bin) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Hêvîdar im ev helkefta pîroz sedemek be ji bo zêdetir bihêzkirina giyanê lêborînî û pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî ya li Kurdistan û Iraq û cîhanê.

Em ji Yezdanê mezin dixwazin di vê helkefta pîroz de dergeha xêr û bereket û xweşiyê li rûyê gelê Kurdistan û gelên navçeyê bi giştî veke û sîtem û zulma li ser mîlletan bi dawî be.

Wesselamu eleykum we rehmetullahî we berekatuhu

Mesûd Barzanî

28.10.2020

Top