• Saturday, 07 February 2026
logo

Dêrezor.. HSDê xwepêşandana li dijî Macron belav kir

Gulan Media October 26, 2020 Nûçe
Dêrezor.. HSDê xwepêşandana li dijî Macron belav kir
Li gundewarê Dêrazorê xwepêşandan li dijî Serokê Frensa derketin. HSDê xwepêşander ji hev belav kirin û 2 xwepêşander jî birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li her du bajarokên Bisêra û Xeranîc yên Dêrazorê, xwepêşandanek li dijî Serokê Fransa Emmanuel Macron derketine û tê de daxwaza derketina hêzên Frensî ji deverê kirine.

Rewangehê dazanîn ku xwepêşanderan ala Franesa û wêneyê Macron şewitandine.

Rewangeh dibêje ji bo belavkirina xwepêşanderan HSD gule bi ezman de berdan û di encam de du kes birîndar bûne.

Ev xwepêşandan piştî wê yek tê, Polîsa Fransî pêr ragihandibû, mamosteyekî Fransî ku karîkatorên pêxemberê îslamê di waneyê de nîşan dabû, piştre jî ew mamoste ji aliyê kesekî ve hat serjêkirin. Wê yekê jî gelek karvedan li pişt xwe anî.

K24
Top