Efrîn.. Çekdaran 12 kes ji gundekî revandin
Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Polîsa Leşkerî duhî 25ê Cotmehê bi ser gundê Kefirsefrê yê navçeya Cindirêsê de girt û 10 xort û 2 jin revandin.
Wî jêderî da zanîn, navên hin kesên revandî hatin piştrastkirin ku wiha ne: Mustefa Mihemed Xilo, Egîd Mustefa Xilo, Şiyar Ebdilrehman Xilo, Ebdo Bedrî Exres, Hesen Eyûb Ebdo (astengdar e) Mustefa Nûrî Nebatî, Fatime Subhî Nebatî, Almas Tomî û Riyad Diqo Murad.
Li Efrînê ku niha werzê çinîna zeytûnan e, grûpên çekdar ji bo ku destê xwe deynin ser berhemên wan û pereyan ji cotkaran bistînin, zoreke mezin li gundiyan dikin.
K24
