• Saturday, 07 February 2026
logo

Fermandeyekî PKKê ji Rojava reviya û teslîmî Tirkiyê bû!

Gulan Media October 25, 2020 Nûçe
Fermandeyekî PKKê ji Rojava reviya û teslîmî Tirkiyê bû!
Fermandeyekî Bakûrî yê YPGê û pasewanî wî, ji Rojavayê Kurdistanê reviyan û teslîmî dewleta Tirkiyê bûn.

Duhî çend çavkaniyên kurdî li Sûriyê dan zanîn, fermandeyekî YPGê û pasewanê wî, ku li derdora bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bûn, reviyan Tirkiyê û teslîmî dewletê bûn.

Wan çavkaniyan her wiha ragihandin, ew fermandeyê YPGê û pasewanî wî kurdên Bakûrê Kurdistanê ne û ji Qendîlê û ji nav PKKê derbasî Rojava bibûn.

Li gorî agahiyan, dema ew her du çekdarên PKKê reviyabûn, çekdarên din ew dabûn ber guleyan lê wan karîbûn xwe rizgar bikin.

Meha Gulana îsal jî, berpirsekî darayî yê YPGê ku xwatibû bireve Tirkiyê, ji aliyê çekdarên YPGê ve hatibû kuştin. Ji xwe berdevkê HSDê Telal Silo jî beriya niha teslîmî Tirkiyê bibû.

Basnews
Top