Şêx Şamo: Bila rêkeftina Şingalê bi lez were bicîhanîn
Şîretkarê serokê hikûmetê di karûbarên kurdên êzîdî de, Şêx Şamo ji BasNewsê re got, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser rewşa Şingalê gelekî girîng e.
Şêx Şamo her wiha got, rêkeftina han dilxoşker e û hêviyê dide xelkê Şingalê. Helbet hinek jî hene li dijî wê rêkeftinê ne û pêşiya dibin asteng.
Wî şîretkarê serokê hikûmetê bang li hikûmetên Kurdistan, Iraq, NY, Amerîka û hêzên hevpeyman kir di bicîhanîna rêkeftinê de lezê bikin û Şingaliyan ji wê rewşa tengav rizgar bikin.
Basnews
